Li Tirkîyê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket 812an

Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê geşedanên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Li gorî daneyên ku hatine belavkirin di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 87 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê li Tirkîyê canê xwe ji dest dan derket 812 kesan.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin îro 24 hezar û 900 test hatine kirin ku ji van 4 hezar û 117 test pozîtîf derketine û hejmara kesên pêketî bi vî awayî derketiye 38 hezar û 226 kesan.

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî de destnîşan kir, îro 264 nexweşên din ên ku bi vîrusê ketibûn baş bûne.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da
Qerejdax bi berfê spî bû
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 282yan
Li Bûrsayê mînîbûsa karkeran qeza kir: 8 birîndar
Li Koreya Başûr di 100 salên dawî de berfa herî zêde barîya