Li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê heta niha 2 milyon û 9 hezar û 601 kes vaksîn li xwe dan

Di bergeha lêxistina vaksîna Coronayê de li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê heta niha 2 milyon û 9 hezar û 601 kes vaksîna Coronavacê li xwe dan.

Piştî kontrolên ku nêzî 3 heftîyan berdewam kirin re ji lêxistina vaksîna ku ji Çînê hatibû anîn destûr hat dayîn ku di vê bergehê de Wezîrê Tenduristîyê Koca bû kesê ewil ku vaksîn li xwe da.

Ji 14ê Çileyê vir ve  li bajarên Tirkîyê û bakurê Kurdistanê xebatên lêxistina vaksîna Coronavacê berdewam dike. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê heta niha 2 milyon û 9 hezar û 601 kes vaksîna Coronavacê li xwe dan.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hevserokê Şaredarîya Peyasê ya Dîyarbekirê hat binçavkirin
Li Dîyarbekirê berfa ewil a demsalê barîya
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu li Qonyayê bi mixtar û parêzêran re hat cem hev
Li 18 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon hat lidarxistin: 54 binçavî
Encamên destpêkê yên serjimartina li Başûrê Kurdistanê hatin eşkerekirin