Piştî kontrolên ku 4 heftîyan berdewam kirin re ji lêxistina vaksîna ku ji Çînê hatibû anîn destûr hat dayîn ku di vê bergehê de Wezîrê Tenduristîyê Koca bû kesê ewil ku vaksîn li xwe da.
Ji 14ê Çileyê vir ve li bajarên Tirkîyê û bakurê Kurdistanê xebatên lêxistina vaksîna Coronavacê berdewam dike. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê heta niha 10 milyon û 746 hezar û 229 kes vaksîna Coronavacê ya partîya yekem û 7 milyon û 523 hezar û 20 kes jî vaksîna partîya duyem li xwe dan.