Li navçeya Tuşpaya Wanê li ser rêya Wan-Erdîşê gelek wesayît li hev qelibîn û qezayeke zîncîrî pêk hat.
Di qezayê de 2 kes mir û 15 kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku qeza ji ber mij û cemedê pêk hat.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, AFAD, cenderme û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.
Mirovên ku di qezayê de birîndar bûne piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyan re hatin rakirin. (ÎLKHA)