Li Xezzeyê hejmara şehîdan 38 hezarî derbas kir

Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.

Ev bû zêdetirî 9 mehan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê kor û kerr û lal kiriye.

Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama êrîşên 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 58 kes hatin şehîdkirin, 179 kes jî birîndar bûn.

Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 38 hezaran, hejmarê birîndaran jî derket li ser 87 hezar û 455yan.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Behra Spî erdhej
Li Koreya Başûr balafira rêwîyan ket xwarê: 120 mirî
Li Wan û Bedlîsê rêya 221 gundan ji ber berfê hat girtin
Ekîba tenduristîyê ya ku Weqfa Êtîman ji Xezzeyê re şandibû dest bi xebatan kir
“Sê Mehên” ku di nav de rehmet û mexfîret gellek in dest pê dike