Li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 1417an

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di êrîşên rejîma îşxalker a ku ev 6 roj in didomin de hejmara şehîdan derket 1417an.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hovîtiya 6 rojî ya rejîma îşxalker a siyonîst de der barê hejmara şehîd û birîndaran de agahî da.

Li gorî vê di komkujiyên ku 6 roj in li dijî xelkê Filistînê ji teref îşxalkeran ve tên kirin de 447 jê zarok 248 jê jin 1417 kes şehîd bûne; 6 hezar û 268 Filistînî jî birîndar bûn ku hezar û 531 jê zarok û 932 jî jin in.

Di nava şehîdan de 10 personelên tenduristiyê jî hene. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Weqfa Êtîman li Êlihê ji xwendekaran re alîkarîya qirtasîyeyê kir
Ji wan kesên ku li ser meleseya Narîn Guran a ku winda bûbû HUDA PARê hedef nîşan dabûn re doza sûcê
Serokê Bajarê Diyarbekirê ya HUDA PARê Gulsever krîza dil derbas kir
Evîndarên Pêxember: Dem dema li hember îtîfaqa şer damezrandina “Îtîfaqa Qudsê” ye
1 mirî, 9 birîndar 12 binçavî