Li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 32 hezar û 333 kesan

Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.

Ev bû zêdetirî 5 mehan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê kor û kerr û lal kiriye.

Li gorî agahîyên dawî yên ku hatin bidestxistin di 24 seatên dawî de 107 Filistînîyên din jî ji teref siyonistan ve hatin şehîdkirin ku bi van şehîdên dawî hejmara kesên şehîd bûyî derket 32 hezar û 226 kesan.

Hat hînbûn ji ber êrîşan heta niha 74 hezar û 694 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

20 xwendekar bi sivikî birîndar bûn
UNRWA: Nexweşxaneyên li Xezzeyê li ber mirinê ne
Parlamenterê HUDA PARê Demîr, li Stenbolê beşdarî fûara xalîyan bû
NY: Em bi fikar in ku pitik ji ber hewaya sar li Xezzeyê biqefilin
Serokkomar Erdogan, Mesrur Barzanî qebûl kir