Li Xezzeyê hejmara şehîdan gihaşt 40 hezar û 476an

Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.

Ev bû 326 roj e ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê kor û kerr û lal kiriye.

Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama qetlîamên ku di 48 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 41 kes hatin şehîdkirin, 113 kes jî birîndar bûn.

Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 40 hezar û 476 kesan, hejmarê birîndaran jî derket li ser 93 hezar û 647 kesan.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li gorî Tip a Edlî Narîn hatîye fetisandin û bi wê şeklê hatîye kuştin
Hîzbullah daxuyand 10 endamên wî şehîd bûne
Li Meletîyê di mezinahîya 4,4an de erdhejek pêk hat
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 41 hezar û 252yan
Maseya krîzê hat sazkirin