Li Xezzeyê hejmara şehîdan gihaşt 40 hezar û 74an

Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.

Ev bû 316 roj e ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê kor û kerr û lal kiriye.

Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama qetlîamên ku di 48 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 69 kes hatin şehîdkirin, 136 kes jî birîndar bûn.

Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 40 hezar û 74 kesan, hejmarê birîndaran jî derket li ser 92 hezar û 537 kesan.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Tanzanyayê ji ber hilweşîna avahiyekê hejmara miriyan derket 20an
Weqfa Êtîman ji bo Xezzeyê li Gûmûşxaneyê kermesek vekir
HAMAS: Qetlîama Beyt Lahîyeyê encama biryara vetoyê ya Emrîkayê ye
HAMAS: Heta ku herb neyê sekinandin wê pevguhertina êsîran neyê kirin
Li Îzmîrê êrîş li polêsan hat kirin: 3 birîndar