Li Xezzeyê hejmara şehîdan zêde bû û derket 37 hezar û 877 kesan

Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.

Ev bû zêdetirî 9 mehan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê kor û kerr û lal kiriye.

Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama êrîşên 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 43 kes hatin şehîdkirin, 111 kes jî birîndar bûn.

Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 37 hezar û 877an, hejmarê birîndaran jî derket li ser 86 hezar û 969an.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

HUDA PARê xwe ji kongreya mezin re amade dike
Li Îranê Serokkomarîyê Pezeşkîyan qezenc kir
Serokê SDAMê Turan: Divê welatên misilmanan li dijî rejîma îşxalê tedbîran bigrin
Li Behra Spî di mezinahîya 4,1an de erdhejek pêk hat
Sersala Hîcrî sibê ye