Li Xezzeyê hejmara şehîdan zêde bû û derket 38 hezar û 664 kesan

Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.

Ev bû 283 rojane ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê kor û kerr û lal kiriye.

Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama 3 qetlîamên 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 80 kes hatin şehîdkirin, 216 kes jî birîndar bûn.

Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 38 hezar û 664an, hejmarê birîndaran jî derket li ser 89 hezar û 97an.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Xarpêtê qeza: 5 birîndar
Li Mêrdînê qeza pêk hat: 1 birîndar
Li Rûsyayê çarik li hinek dibistanan hat qedexekirin
Çapemenîya îşxalê: Netenyahu, ditirse ku bi ÎHAyan êrîşê Meclîsê bê kirin
Ensarullah: Me li Behra Sor û Ummanê 3 keştîyan hedef girt