Li Xezzeyê hejmara şehîdan zêde bû û derket 38 hezar û 919 kesan

Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.

Ev bû 286 rojan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê kor û kerr û lal kiriye.

Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama 4 qetlîamên 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 37 kes hatin şehîdkirin, 54 kes jî birîndar bûn.

Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 38 hezar û 919an, hejmarê birîndaran jî derket 89 hezar û 622yan.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kürdistan İslami Birlik Partisi liderliğine yeniden Selahaddin Bahaeddin seçildi
Ji ser qetlîama Roboskî ya ku tê de 34 kes hatin qetilkirin 13 sal derbas bûn
Doza Narîn Guran îro jî berdewam dike dibe ku qerar bê dayîn
Ji sekretertîya Yekgirtû re dîsa Selahaddîn Bahaeddîn hat bijartin
Li Erzincanê otobûsa rêwîyan gêrê şerempolê bû: Birîndar hene