Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker, di roja 155emîn de jî qirkirin û qetlîamên xwe ya li dijî Xezzeyê didomîne.
Wezareta Tenduristî ya Fîlîstînê, daxuyand ku di êrîşên îşxalkeran de heta niha 30 hezar û 960 kes şehîd bûn.
Hat destnîşankirin di êrîşên dawîn de 82 kes hatine şehîdkirin û 122 kes jî birîndar bûne.
Hat îfadekirin ku hejmarê birîndaran jî derket 72 hezar û 524 kesan.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavilan de ne û gelek şehîd jî li ser rêyane ku ew ji ber astengîya rejîma îşxalkeran nikarin wan derxînin. (ÎLKHA)