Sîyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê kor û kerr û lal kiriye.
Li gorî agahîyên dawî yên ku hatin bidestxistin di 24 seatên dawî de 7 qetlîamên nû hatine lidarxistin û di van qetlîaman de jî 63 Filistînî ji teref siyonistan ve hatin şehîdkirin ü 112 kesan jî birîndar kirine.
Hat destnîşankirin ku rejîma îşxalker ji ambûlans û ekîbên sîvîl re astengîyê derdixe.
Hat hînbûn ji ber êrîşan heta niha 73 hezar û 546 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)