Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 37 hezar û 202 kesan

Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.

Ev bû zêdetirî 9 mehan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê kor û kerr û lal kiriye.

Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama êrîşên di 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 38 kes hatin şehîdkirin, 100 kes jî birîndar bûn.

Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 37 hezar û 202yan, hejmarê birîndaran jî derket 84 hezar û 932 kesan.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenterê HUDA PARê Demîr li Entabê zîyaretên xwe didomîne
Ciwanê Azad hevdîtina nimêja serê sibehê didomîne
Ji Dêrsim û Pulurê re qeyûm hat avêtin
Li Rihayê qezaya trafîkê: Mirîyek, 3 birîndar
Qeredaxî: “Mesulîyetên mezin ên alimên Misilmanan hene”