Ofîsa Medyaya hikûmeta li Xezzeyê, ev daxuyanîyê da, “Hêzên îşxal ên îsraîlê, li dijî 2,4 milyon Filistînîyên li Xezzeyê sûcekî bikaranît. Ev bû mehekîye ji têketina arvan, alîkarîyên însanî û sotemenîyê re astengî hat anîtin, ji ber vê yekê firin bi temamî hatin girtin û ev jî bû sedema kûrbûna krîza însanîyê. Ev rewş, jiyana sîvîlan bi şekleke ciddî tesîrdar dike.”
Di daxuyanîyê de bireveberîya Emrîkayê jî bi temamî hat mesulkirin û bang li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyê hat kirin ku bila bi acîlî midexeleya vê sûcê bikin û bidin sekinandin.
Hat îfadekirin firinên ku ji teref Bernameya Xwarin a NYyê ve têne piştgirîkirin jî ji ber tinebûna arvan, şekir û amûrên wek wan xebatên dan sekinandin.
Heger ev rewş berdewam bike hat îfadekirin ku ew ê Xezze bi krîzekî mezin a însanî re rûbirû bimîne.
Rejima sîyonîst, di 2yê Adarê de ji têketina alîkarîya însanî, alîkarîya acîlî û amûrên tibbî re astengîyê anîtibû. (ÎLKHA)