Li Xezzeyê tevî zehmetiyan sala nû ya xwendinê dest pê kir

Wezareta Perwerde û Xwendina Bilind a Şerîda Xezzeyê tevî wêraniya mezin a ku ji ber qirkirina siyonîstan pêk hatiye, destpêkirina sala nû ya xwendinê ragihand.

Wezaretê ragihand ku tevî xerabûyîna mezin a ji ber şerê dawî û zehmetiyên mezin ên li pêşiya pêvajoya xwendinê, wek kêmbûna îmkan û çavkanîyan, îro sala nû ya xwendinê dest pê kir.

Wezaretê ragihand ku xwendekarên ku tevî şert û mercên dijwar nikarin biçin dibistanê, bi rêya Teams û platformên Wise School derfetên perwerdeya ji dûr ve tên dayîn.

Wezaretê her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir ku bilez destwerdanê bikin da ku piştgiriyê bidin sektora perwerdehiyê ya li Xezzeyê, zextê li îşxalkeran bikin da ku destûr bidin melên nûavakirinê, kirtas û kelûpelên dibistanê û ji bo pêkanîna asayî ya pêvajoya perwerdehiyê. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe