Li Xezzyê hejmara şehîdan derket 28 hezar û 473 kesan

Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.

Ev bû 128 rojan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê kor û kerr û lal kiriye.

Li gorî agahîyên dawî yên ku hatin bidestxistin di 24 seatên dawî de 133 Filistînîyên din jî ji teref siyonistan ve hatin şehîdkirin ku bi van şehîdên dawî hejmara kesên şehîd bûyî derket 28 hezar û 473 kesan.

Hat hînbûn ji ber êrîşan heta niha 68 hezar û 146 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenterê HUDA PARê Ramanli mexdûrên erdheja Semsûrê ziyaret kir
Lijneya HUDA PARê li Hetayê bajarên konteyniran zîyaret kir
Karwana Hêvîyê ji kesên hewcedar ên Wanê re alîkarîya pereyan kir
Li Hîndistanê di festîvalê de fîl êrîşê mirovan kir: 17 birîndar
Li Mêrdînê şerê çekdarî: 1 mirî, 2 birîndar