Li Yemenê serê her 10 deqîqeyan carekê zarokek dimire

Li gorî daxuyanîya Fona Alîkarîya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî “ji ber nexweşîyên ku dikare pêşîya wan bê girtin” li Yemenê serê her 10 deqîqeyan carekê zarokek dimire.

Li Yemenê ev bû 7 sal ku şerê navxweyî berdewam dike ku ji ber vî şerî û êrîşên hêzên koalîsyonê ya ku Siûd jê re pêşîvantî dike her ku diçe hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest didin zêde dibe.

Li gorî daneyên ku ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hatine belavkirin Yemenî bi qeyrana herî mezin a li cîhanê re rû bi rû amne. Li gorî raportên çavkanîyên xweser ji roja ku şer dest pê kiriye vir ve li Yemenê zêdetirî 60 hezar însan jiyana xwe ji dest dan.

Berî niha derbarê rewşa dawî ya li Yemenê de daxuyanîyek jî ji teref Fona Alîkarîya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ve hatibû belavkirin. Di daxuyanîya ku hatibû belavkirin de hatibû diyarkirin ji ber şert û mercên giran ên jiyanê û ji ber êrîş, şerê navxweyî ya li Yemenê “serê her 10 deqîqeyan carekê zarokek dimire.”

Neteweyên Yekbûyî jî derbarê rewşa nebaş a li Yemenê de destnîşan kir, ji ber şer û êrîşan û her wisa şert û mercên nebaş ên jiyanê li Yemenê dibe ku 400 hezar zarok ji birçînan bimirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Endonezyayê lehî û hezaz çêbû: 16 mirî
Li Colemêrgê 35 kîlo metamfetamîn hat bidestxistin
Li 24 bajaran ji ber berfê ji dibistanê re ji bo rojekî tetîl hat dayîn
Rêya Entelya-Qonyayê ji tir û qamyonan re hat girtin
Qessam, 10 leşkerên îşxalê kuştin û birîndar kirin