MAZLUMDER: Divê giştik astengîyên li ser Kurdî bê rakirin

Navenda Giştî ya MAZLUMDER'ê bertek nîşanî ser girtina bi boyaxkirinê ya tabelayên hişyariya trafîkê ya kurdî ya ku li Wan, Diyarbekir, Mêrdîn û Êlihê li ser çarrêyan peyayan hatine nivîsandin, da.

Li ser “Pêşî Peya/Once Yaya” hişyariya trafîkê ya kurdî ku ji teref kesên ku ne dîyarin hatine boyaxkirin û bi tirkî nivîsên “Tirkîye Tirke Wê Tirk Bimîne” hatibu nivîsandin.

Derheqê mijarê de Navenda Giştî ya MAZLUMDER'ê daxuyanî belavkir û got, “Demek di çapemeniyê de cih digirt ku hişyariyên trafîkê yên kurdî ku ji aliyê hin şaredariyan ve li ser cadde û rêyan hatibûn nivîsandin, bi talîmata Wezareta Karên Navxweyî hatin jêbirin. Berîya her tiştî em dixwazin bi bîr bînin ku destpêkirina dîroka serlêdanan tabelayên kurdî, tabelayên hişyariyê û hwd. ne nû ye. Ev 15 sal in li bajarên ku nifûsa kurd lê zêde lê dijîn gelek caran pêkanînên bi vî rengî tên dîtin. Kurdî zimanê dayîkê yê bi milyonan mirovên vî welatî ye. Mafê mirovan ê siruştî ye ku xizmetê bi zimanê xwe yê zikmakî werbigirin. Kirinên ku tê wê maneyê ku dewlet zimanê zikmakî yê welatiyên ji nasnameyên cuda yên etnîkî qedexe dike an jî sînordar dike, bê şik di çarçoveya binpêkirina mafên mirovan de ne. Ji ber ku dewlet di encama hin hesabên provokatîf ên li ser medyaya civakî de li ser mijarên ku heta niha mudaxeleyî wan nekiribû, kir hedef, ji ber ku hêmaneke sûc heye, vê yekê derdixe holê ku sedemên evên tên kirin demkî û siyasîne, ne ji bo fikarên hiqûqî ne." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 45 hezar û 436an
Ambûlans û qamyonet li hev qelibîn: 7 birîndar
Şehîd Abdullah Denîz li ser gora xwe hat yadkirin
TESSEPê ji bernameya “Banga nixumandinê” re bangewazî kir
Li Qonyeyê qezaya trafîkê: 5 birîndar