Mela Abdulqudûs Yalçin: Ew ehemîyeta ku me di Remezanê de da îbadetên xwe lazim e em piştî Remezanê jî bidomînin

Mela Abdulqudûs Yalçin derheqê ehemîyeta îbadetan de daxuyanî da destnîşan kir lazim e îbadet her tim bên kirin û îbadeta herî baş hindik be jî ya ku her tim tê kirin e.

“Tiştê ku Xweda ji me dixwazî ne zêdebûna îbadetan berdewamîya wan e

Endamê Yekîtîya Alim û Medreseyan Mela Abdulqudûs Yalçin piştî meha Remezanê ji bo ew îbadetên ku di meha Remezanê de hatin piştî meha Remezanê jî bên kirin bang li Mislimanan kir û got: “ Hemd û sena ji Xwedê re be ku kir nesîbê me em Remezanê bi şiklekî sihhet û sexlem derbas bikin.Û dîsa hemd jê re ku kir nesîbê me em rojîya xwe bigrin, îbadetên xwe bikin. Em ji Xwedê re çi qas şikir bikin hindik e. Lazim e bê diyarkirin em hêdî hêdî terka wan îbadetên xwe yên ku me di meha Remezanê de dikir dikin. Ev yek xelet e. Lewra lazim e meha Remezanê û îbadetên xwe me di wê mehê de kir tiştekî hînî me bikin. Lazim e em wan îbadetên xwe piştî meha Remezanê jî biodomînin. Lewra tiştê ku Xweda ji me dixwazî ne zêdebûna îbadetan berdewamîya wan e.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Şert û mercên giran ên zivistanê li Emrîkayê tesîrdar dibin
Ebû Ubeyde: Heta ku gelê me ne di ewlehîyê de be ew ê îşxalkeran jî tehma ewlehîyê negirin
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 45 hezar û 854an
Li Çînê di mezinahîya 6,8an de erdhej çêbû: Herî kêm 52 mirî
Ji Santrala Nukleerî ya Zaporijyayê re êrîş hat kirin