Heştemîn Civîna Aliman ku ji teref ITTIHADUL ULEMA ve hat organîzekirin berdewam dike. Civîna îsal a ku temaya "Rêbertiya şiyarbûna Îslamê" li ber çavan e li Navenda Giştî ya ITTIHADUL ULEMA ya Amedê tê lidarxistin.
Di rûniştina ku îro hat lidarxistin de Mela Mistefa Arvasî bi sernavê "Di Nêzîkîkirina Pêkhateyên Ummetê de Rola Ulema û Saziyên Zanistî" axivî.
Di alimên Îslamê de; Arvasî diyar kir ku divê 3 şertên bingehîn ên wekî ilm, îman û dilpakiyê hebin û destnîşan kir ku di hedîsan de erkên alim ên di civakê de jî tên gotin.
Arvasî weha axivî:
“Gelî ustadên qedirbilind, rêzdar birayên min ên telebeyên ‘ilmê, hazîrûna hêja!
Ez dilşad û şerefyar im ku careke din tevlî 8emîn Civîna Aliman a Îttîhadul Ulemayê dibim. Hûn tev bi xêr û serçavan re hatin.
Ev du roj in ku li vir ezm û xeyreteke mezin heye. Xwedayê min ji her kesê ku keda wî têde heye razî be û encam û netîceyên bixêr bibexşîne.
Ey alimên hêja, rêberên ummetê, ustadên qedirbilind!
Îslamê, medenîyeteke zexm bexşandiye însanîyetê. Ji lew Îslamê, qedreke pir mezin daye zanîn û zanyaran. Jibo zanyar, tarîfeke xas a Îslamê heye ku jê re dibêje ‘Alim.
Duyemîn çavkaniya referansa girîng a Îslamê, Hedîs e. Di Hedîsan de di warê ‘ilm û fezîleta aliman de, gelek peyvên Cenabê Pêxember hene. Li gorî wan, divê di alimekî de evan her sê şertên sereke peyde bin: ‘ilm û ‘emel û îxlas. Her weha di hedîsan de behsa mesûliyetên aliman ên li nav cemîyetê jî tê kirin.
Ji lew berpirsiyariya herî sereke ya alim, ew e ku her tim li dû heq û heqîqetê biçe û dînê Xweda teblîğ bike. Li ber cemîyetê wezîfeke din a alim, perwerdehî ye. Perwerdekirina însanan, yek ji pîrojtirîn wezîfeyan e. Alim, lazim e di vî warî de barê li ser milê xwe hilgire, zanîna rast û saxlem hînî ferdên cemîyetê bike. Digel vêya, ji hemî gotin û tevgerên ku wê di civakê de bibin sebebê fîtneyê, xwe dûr bike. Ji ber vê yekê alim, di yekîtî û pevrebûna cemîyetê de xwedî payeke girîng e. Îro yek ji herî pêdivîyên cemîyetên muslumanan, alimên ku bi van wesfan xemilandî ne.
Îro tu stratejî, ji rêlibergirtina rijîna xwîna muslumanan, ne muhîmtir e. Îro tu sîyaset, bi qasî hilanîna fîtneya mezhepvantîyê, ne biqîmet e.
Mixabin em di zemanekî weha de tên cem hev ku coğrafyaya ummetê bûye gola xwînê, li nav muslumanan cehalet pêl bi pêl belav bûye, li Îslamê bi çavê bêrûmetî tê nêrîn heta li curbecur bajarên Ewrûpaya durû li Qur’ana Kerîm, ji teref komên ji exlaqê dûr ve, sîstematîk heqaret tê kirin.
Di dewreke ku li coğrafyaya Îslamê, bizrên fîtneya sed salan hatine reşandin, em vê hevdîtinê pêk tînin.
Ez di wê fikrê me de ku alim jî ji van hemû qewimînan mesûl in. Baweriya min pê heye ku di dema qewimîna van pirsgirêkan de, aliman wezîfeyên xwe bi heqî pêk neanîne. Mixabin çi sunnî çi şîî alimên alema Îslamê, dema coğrafyaya ummetê bûbe gola xwînê, wesfê xwe yê ku warisê pêxemberan e, nîşan nedane. Digel van hemî qewimînan jî ez dibêjim, em dîsa li wehdetê, qûwwetê, yekîtiyê û biratîyê israr bikim. Hewce ye hiqûqê biratîyê ji nû ve bê avakirin.
Îroj li nav alema Îslamê, divê tek stratejîya hemî mutefekkîran, aliman û rewşenbîran hebe ku ew jî îttîfaqa li ser wehdet û qûwwet û yekîtîyû biratîyê ye.
Înşallah wê ev hevdîtin, jibo kefareta qisûrên aliman ku ji ber xemsariya wan di mehên dawîn de çêbûne, bibe wesîleyek. Ferqa vî agirê ku îro alema Îslamê dişewitîne, ji agirê ku Hezretî Îbrahîm ketibûyê tune ye. Lêbelê bêhêvîbûn ji me re hatiye heramkirin. Çawa wî agir Hz. Îbrahîm neşewitand, înşallah wê agirê li nav alema Îslamê jî bitefe û wê li dewsa wî dîsa gul û gulîstan vebin.
Tu gumana min jê tune ye ku wê axir ew agir vemire û li dewsa wî bax û gul û gulistan der bibin. Lê kesên ku tevlî temirandina êgir nebin, wê tim di xusranê de bin. Îmtîhana esil, ne di temirandin yan nevemirandina êgir de ye. Îmtîhana esil, di tevlîbûn yan netevlîbûna temirandina êgir de ye.
Allah Tebarek we Teala, hemî qanûn û şerîetên ji bo însanîyetê pejirandine, bi wasîteya pêxemberên xwe ragihandine û çûna li pey wan xwestiye. Jibo kesên ku teslîmî Xweda bûne û pêgirtîyên emrî Wî ne tê gotin “musluman” Di tarîxê de her zeman musluman, weka kakilekê be jî bûne tek ummet û bingeha vê ummetê parastine.”
Arwadî axavtina xwe weha domand, “Mumin, li dora pêxemberê ku ji wan re hatiye şandin civîyane, li gorî hukm û emrên Rebbê alemê, bi şiûra ummeta Îslamê, bi çûna li pey pêxember weya mezinê li ser serê xwe, li hember kufrê mucadela xwe dane û heyata xwe domandine.
Piştî pêxemberê dawîn Hz. Muhammed (s.‘e.w), jibo kesên ku di warê dînê Hz. Mûhemmed û tetbîqa hukmêm dînê Wî de, di mijara îdareyê de ji Wî re bûne xelef, gotin xelîfe. Ummetê li dor van xelîfeyan hevûdin girtîye û hebûna xwe heta çaryeka ewil a sedsala bistî jî parastiye. Ummeta Îslamê, digel kêmasiyan îtaeta jibo xelîfeya li ser serê xwe, wezîfeyek zanibû. Lê di sala 1924an de, dema Xelîfe Ebdulmecîd ji wezîfeyê girtin û yekî din neanîn şûna wî û kar û îş bi meqamê meclîsê ve hate girêdan, ji xeyrî Turkiye, Efxanistan û Îran, hemî alema Îslamê kete bin îşxalê. Ji bo şikandina vê îşxalê, hewce bi lîderekî bi xelîfeyekî hebû. Lê mixabin wê demê îmkaneke weha nebû nisîbê muslumanan.
Di navbera salên 1925 û 1928an de Li Mekke, Qahîre û Heyderabadê, civînên diyarkirina xelîfeyê jî tu encam nedan. Jilew alimên ummeta Îslamê, ev karî li çerxa dewr û zemanê re hiştin û qerar dan ku her kes li welatê xwe teblîğa Îslamê dewam bikin. Ji hev qetiyan û ber bi welatê xwe ve çûn.
Nêzî esrekê ye ku ev ummeta jihev perçe bûyî, di bin serweriya dewletên neteweyî û propagandayên qewmîyetperestî û te’deyên wan de, marûzî gelek êş û kêşanan bûye.
Kesên ku behsa “Dîn Îslamê û ummeta Îslamê, Îdara Îslamî, Xîlafeta Îslamî” kirin û nivîs û gotinên li ser van mefhûman, hatin mehkûmkirin. Taliyê, zor û zextên ecnebî, derbeyên îdeolojîk û leşkerî, li gelek welatên ummeta Îslamê, alimên ummetê bêzar kirin.
Jibona ummet bibe yek deng, bibe yek ummet, xeyretek, heyecanek û lebatek hewce bû. Di pêncî salên dawîn de gelek kîtab hatin nivîsandin, gotin û peyam hatin îfadekirin, xebat hatin kirin, bi kongre û sempozyûman rewşa ummeta Îslamê ya divê têde be hat bilêvkirin.
Di serî de Tirkiye, alimên ku li curbecur herêmên alema Îslamê gihan, bi berhem û eserên xwe ewladên ummetê şiyar kirin.”
Arwasî, “Berhemên di warê tefsîr û hedîs û fiqhê de yên dewra alimên klasîk û îmamên mezin ên ewil û yên di dewra navîn de nivîsandî, ketin rojevê. Muslumanan, qîmeta vegerîna li van çavkanî û lêkolînan fêm kir. A ev xebat û xwendin, bûn fikir ;
Fikir jî bi sal û zemanan ketin pratîkê.
Fikrên ku li dor îdraqa “Îslam, dînê ummetê ye” peyde bûn, bere bere bûn sazî. Ji nû ve sağkirina yekîtiya ummeta Îslamê, di fikr û tevgerên aliman de veşartî ye.
Ev fikr û tevger, di salên dawîn de xwe zêdetir nîşan dan û bûn cûrbecûr muessese û sazî. Ji roja ewil a ku Îttîhadul Ulema hatiye avakirin vir ve, ez di wê baweriyê de me ku wê ev yekîtîyê pêk bîne, ez vê hêvîya xwe tim zindî diparêzim.
Lê belê em dizanin ku car caran, bi destê sîyasîyên laîkparêz ve dixwazin, vê saziyê ji qûwet û fonksîyona ku wê wehdeta ummetê pêk bîne bikin.
Wezîfeya me aliman e ku em, li vê yekîtîya bêhempa xwedî derkevin, têkevin xebateke berfirehtir.
Ev “Yekîtiya Îttîhadul Ulema” bi armanca ji her herêmên alema Îslamê, zanyarên ‘ilm û fikrî bigihîne hev, bicivîne hatiye avakirin. Îro alimê mezin ê alema Îslamê ustad Prof. Dr. Elî Qeredağî jî di nav de, Yekîtiya Îttîhadul Ulemayê ku alimên ummetê tîne cem hev, ji bo wehdeta ummetê bi gava pêşî serî kişandiye.”
“Cemîyeta bê alim, weka keştîya bê pisûla ye”
Arwavî di domandina axavtina xwe de weha got: “Gemîya bê cîhnûma, nagihêje meqseda xwe, weya ger bighêjê jî pir dereng dighêjê. Ji ber ku îstîqameta vê keştîyê tune ye, talûka ku li bingê zinarên ber behrê keve, yan jî weka Çola Tîhê bi salan li dora xwe bigere heye. Civaka bê alim jî weha ye. Li dinyayê nagihêje hizûr û aştî û îzzetê; li axîretê jî nagihêje seadeta ebedî, weya piştî gelek badîreyan bi derengî dighêjê.
Divê ummet ji vî halê xerab, ji vê rewşa jihev belavbûyî miheqqeq bê xelaskirin. Ji alimên Îslamê yên derdkêşê ummetê, ewê rojekê vê yêkîtîyê pêk bînin. Ummeta Îslamê bi yekîtîyeke weha, dikare bighêje wî şan û hêza xwe ya berê.”
Meseleya Girîngîya Medreseyan
Arvasî derheqê Girîngîya Medreseyan de jî axivî û weha got: “Diyar e ku beriya pêxemberîya Resûlûllah (s.‘e.w), di serî de li Cezîreya Ereb, însanîyet di nav çi bêhizûrîyên mezin de bû. Mal û can û namûs welhasil emîntîya tiştekî nemabû. Ê xurt yê qels dipelçiqand, ê mezin yê biçûk dadiqurtand; zaliman xera dikirin, dişewitandin, şêlan û talan dikirin, dikuştin, hêsîr digirtin û bi koletî difirotin. Jin weka eşyayekê dihat kirîn û firotin, qîzên biçûk bi saxî dixistin bin axê. Heraman heyat dorpêç kiribû û normal dihatin dîtin.
Dema Resûlûllah (s.‘e.w) bi rêka wehyê, însanîyet hişyar û ronî kir, evan hemî şer, bi demê re qulibîn xêrê.
Li şûna zulmê edalet, li dewsa xweperestî dayîna hevûdin pêk hat; dijmintî rabû, biratî û pevgirtin û alîkarî û şefqet û merhemet bi cî bû.
Ew însanên ku di keysa kuştina canê hev de bûn, bûn sehabeyê ku canê xwe di oxira hev de didan. Ew însanên rêbir ku di bihana şêlandina malê hev de bûn, bûn ewliyayê ku serwet û dewlemendiyên xwe didan hev. Bi kurtahî esra eşkîya û şekavetê, bû esra ewlîya û seadetê. Evya jî bi qûwweta medreseya pêxemberî, bi hêza zanîngeha Îslamê a ewil çê bû.
Arvasî li ser vê girîngê derheqê çareserîyê de jî axivî û weha got:
“Ger niha însanîyet jinûve vegerîya be tarîtiya serdema navîn, ji ber ku îstîqameta Îslamê terk kiriye. Îslam, ne weka gotina hinekan e ku dibêjin “tarîtiya serdema navîn.” Îslam, navê guherandina tarîtiyan ber bi ronahiyan ve ye. Ewên ku însaniyetê bi dûrxistina ji Îslamê dixin nav tarîtiyê, ellimîne ku qebhetên xwe bi îftîrayên xwe yên li Îslamê veşêrin û bikin. Lê belê êdî însanîyet hişyar dibe. Hêza ‘ilm û medreseyan, jinûvde waristiya pêxemberî bi bîr tîne, ketiye rêya ku Îslama dewra seadetê bighîne însanîyetê.
Belê, ewê însanîyet dîsa, ji tarîtîya cahîlîya modern, bi ronahîya Îslamê xelas bibe. Ewê vêya jî warisên Resûlûllah (s.‘e.w), alimên de’wetvan pêk bînin. Ewê evan alim jî, ji van medreseyên Îslamê ku noqî vê doza mubarek bûne bigihêjin.
Ji lew divê em medreseyan biçûk nebînin. Medrese, weka li Mekkeyê Darul Erkam, li Medîneyê Zanîngeha Sûffeyê bin. Îslam, ‘ilm û ‘îrfan e ku medrese jî konê ‘ilmê ne. “
Keda Medreseyan Li Ser Aştiya Civakê
Mele Mistefa bal li ser xebat û muhîmtîya medrseyande jî kişand û weha got: “Însan dikare bê nan û av bijî, lê bê hizûr û bê serî nikare bijî. Ji çaxa ku ummetê yekîtiya xwe wenda kiriye, hizûr û xweşî û aştî jî wenda kiriye. Ne tenê Îslam, hema hema me însanîyeta xwe jî wenda kiriye. Hêz û xerca me ya ku me dike em, me li ser pîya dihêle, şiûra biratîya me û rûhê ummetê, yekîtî û pevrebûna me ye.
Nêzî esrekê ye ku bi mudaxeleyên ji derve û hundur û bi her wesîleyê, li nav ummetê fîtne û fesadî tê belavkirin, îxtîlaf tê gûrkirin, jihevqetîn tên rastkirin. Evana tev jî aştîya civakê ji holê radikin. Li dewsa aştîyê, dijmintî, nefret, pevçûn, şerên biratî û heta herb cî digrin.
Enerjîya ku me bike yek û pevre, emê dîsa û jinûvde ji warisên pêxember, alimên rebbanî û de’wetvan bistînin. Emê wan aliman jî li medreseyên xwedî tiştên tekûz bighînin. Ji ber vê yekê, garantîya aştîya civakî, alîkarîya hev û pevgirtina hev jî, medreseyên rebbanî ne ku xwedî fikra ummeta wasat in.”
Medrese, Ji bona Aştî û Hizûra Li Dewsa Alozî û Şer
Mela arvasî di dawîya axavtina xwe de weha got: “Cehalet, weka çavkaniya her xerabîyê ye, astengiya li ber her qencîyê ye jî.
Li civakên cahil, ferd mesûliyetên xwe yên li hember xwe û malbatên xwe û li hember cemîyet û ummetê û însanîyetê û heta li hember derdorê nikarin pêk bînin.
“Allah dostê mu’mina ye.
Ewê wan ji tarîtîyan derxîne ronahîyê.
Ev ummet di esra bîst û yekê de, ji hedîseyên mezin û girîng re giran e. Wê evya jî welidînekê bîne. Em temenî dikin ev welidîn, ji dek û hîleyên xaînên ku dixwazin wê bi pêş de bînin biparêze. Allah Tebarek we Teala, hêz û qûwet û fêm û ferasetê, hîsa yekîtî û heyecana Îslamî bide alim û îdarevanên vê ummetê.
Bi van hîss û fikr û temennîyan, ji Rebbê xwe dixwazim ku vê 8emîn Hevdîtina Aliman a Îttîhadul Ulemayê, bike wesîleya xêrê, li we teva selam û hurmetê xwe pêş dikim.” (ÎLKHA)