Mesrûr barzanî êrîşa li Mêrdînê şermezar kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa ku li Mêrdînê pêk hat şermezar kir û bang li Tirkîyeyê kir ku bira bi lez û bez sedema ev êrîşê bê eşkerekirin û sûcdaran jî teslîmê dadgehê bikin.

Mesrûr Barzanî derheqê êrîşa ku li Mêrdînê li welatîyên Herêma Kurdistanê hat kirin de û di encama wê êrîşê de 4 kes canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya Mesrûr Barzanî de weha hat gotin, “Şeva borî li bajarê Nsebînê yê girêdayî parêzgeha Merdîna Tirkiyê, di encama êrişa ser welatiyên Herêma Kurdistanê de 4 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû. Ez ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazim. Ji birîndaran re şîfayê dixwazim.
Digel ku em bi tundî vê sûcê şermezar dikin, em bang li dewleta Tirk dikin ku di zûtirîn dem de sedemên vî sûcî eşkere bike û sûcdaran derxîne pêşberî dadgeriyê.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kürdistan Haberleri

Serokatiya Herêma Kurdistanê der heqê Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da
Güney Kürdistan'da nüfus sayımının ön sonuçları açıklandı
Güney Kürdistan Parlamentosu seçimlerinin resmi sonuçları açıklandı
Güney Kürdistan'da milletvekili seçimleri için halk sandık başına gitti
Neçirvan Barzani bugün Ankara'ya geliyor