Mesrûr Barzanî ji bo Wezareta Navxwe got: Cihên firotina çekan bigirin û çekên bêmolet ji xelkê bistînin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh, daxwaz ji Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê kir, her çi cihên firotina çekan hebin bigirin û her çi çekek bêmolet e dest bi ser de bigirin, ji bo careke din nebin gef li ser jiyana xelkê.

Mesrûr di daxuyaniyekê de ragihand: “Min îro daxwaz ji Wezareta Navxwe kir her çi cihên firotina çekan hebin bigirin û her çi çekek bêmolet e dest bi ser de bigirin, ji bo careke din nebin gef li ser jiyana xelkê.Em ewlehiya gel û welatê xwe nakin qurbaniyên xirapkar, qaçaxçî û keysebazan. Daxwaz ji gelê Kurdistanê dikim, çi çekên bê molet li cem wan hebin, radestî hikûmetê bikin û bi xwe beşdarî proseya pakkirina Kurdistanê ji çekên bêmolet bibin. Piştre li gor yasa, babeta pirsa çek dê wer birêkxstin.Daxwaz ji dadgehan dikim di cibicîkirina yasayê de xemsar nebin û wan dilniya dikim ku bi her awayekî piştevan û hevkarê wan dibin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kürdistan Haberleri

Serokatiya Herêma Kurdistanê der heqê Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da
Güney Kürdistan'da nüfus sayımının ön sonuçları açıklandı
Güney Kürdistan Parlamentosu seçimlerinin resmi sonuçları açıklandı
Güney Kürdistan'da milletvekili seçimleri için halk sandık başına gitti
Neçirvan Barzani bugün Ankara'ya geliyor