Mesrûr Barzanî: Xwepêşandan mafê welatiyan e, lê şewitandina milkên giştî sûc e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi peywendiyeke telefonî ligel Azad Tofîqê Parêzgarê Helebceyê rewşa deverê ji aliyê tendirustî û xizmetguzariyan ve gotûbêj kir.

Mesrûr Barzanîyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe ya kûr li hember alozî û êrîşkirina ser saziyên hikûmetê û mal û milkên giştî û welatiyan nîşan da, ku duh hin kesan li Helebceyê û li çend deverên din bi navê xwepêşandanê encam dan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ku pêkanîna xwepêşandanan bi awayekî aştiyane û şaristanî, mafê welatiyan e, lê şewitandin û têkbirina mal û milkên giştî û welatiyan, tawan e û divê rêkarên yasayî li hember encamderan were cîbicîkirin.

Herwiha di peywendiya telefonî de li ser du projeyên giring ên li sînorê parêzgeha Helebceyê gotûbêj hatiye kirin, ku yek ji wan projeya Pira Tuwequt e ku ji aliyê Wezareta Avakirin û Niştecîkirinê ve tê çêkirin, herwiha Devera Pîşesazî ya Xwarinê ku desteya veberhênanê encam dide. Herdu proje jî di qonaxa dawî ya amadekirinê de ne û di demeke nêz de piştî rêkarên îdarî, kevirê bingeha herdu projeyan dê werin danîn.

Rewşa tendirustiya parêzgeha Helebceyê û pêngavên rûbirûbûna vîrûsa koronayê, aliyekî din ê gotûbêja peywendiya telefonî bûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bitlis'te 4,3 büyüklüğünde deprem
Hevserokê Şaredarîya Peyasê ya Dîyarbekirê hat binçavkirin
Li Dîyarbekirê berfa ewil a demsalê barîya
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu li Qonyayê bi mixtar û parêzêran re hat cem hev
Li 18 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon hat lidarxistin: 54 binçavî