Mesûd Barzanî: "Biryara referandumê cihê şanaziyê ye û em jê poşman nebûne"

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di salvegera biryara Referanduma Başûrê Kurdistanê de peyamek weşand.

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di salvegera biryara Referanduma Başûrê Kurdistanê de ragihand: “Ev biryar destkefteke giranbiha bû ji bo hemû welatiyên Kurdistanê û şanazî ye jî ji bo wan hemû partiyên ku beşdar bûn di derxistina vê biryarê de û em jê poşman nebûne.”

Temamê peyama ku di salvegera biryara referandumê de ji teref Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hatiye weşandin wisa ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Îro bîranîn û salvegera rojeke dîrokî ye di jiyana siyasî ya gelê Kurdistanê de.

Di 7ê Hezîrana 2017an de partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi komdengiyê biryar li ser referandumê dan, ji bo ku gelê Kurdistanê bikaribe bi rêyeke aştiyane deng û daxwaza xwe bighîne cîhanê.

Ev biryar destkefteke giranbiha bû ji bo hemû welatiyên Kurdistanê û şanazî ye jî ji bo wan hemû aliyên ku beşdar bûn di derxistina vê biryarê de û em jê poşman nebûne.

Di vê bîranînê de pêzanînên min ji bo rol û keda hemû têkoşer û azadîxwaz û niştimanperwerên Kurdistanê heye û hezaran silav li canê pakê şehîdên Kurdistanê û hemû şehîdên rêya azadiyê."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da
Qerejdax bi berfê spî bû
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 282yan
Li Bûrsayê mînîbûsa karkeran qeza kir: 8 birîndar
Li Koreya Başûr di 100 salên dawî de berfa herî zêde barîya