Mesûd Barzanî gihîşt Bexdayê

Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî gihîşt Bexdayê.

Baregeha Serok Barzanî li ser serdana xwe ya Bexdayê daxuyaniyek da.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û lijneya pê re îro piştî nîvro gihîştin Bexdayê û ji aliyê cîgirên serokwezîrê Iraqê Dr. Mihemed El Temîm û Dr. Fuad Husên û hejmarek ji rayedarên hikûmet û siyasî yên Iraqê ve hatin pêşwazîkirin.

Di daxuyaniyê de hat desnîşankirin ku biryar e di çarçoveya serdana xwe de Serok Barzanî li gel berpirsên hikûmeta Iraqê, aliyên siyasî û hejmareke balyozên welatên biyanî yên li Bexdayê bicive. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Yapicioglu: Divê em li hember tehdîdên ku rejîma îşxalker pêk tîne hemû îxtîlafên xwe bidin alî
Hevdîtina Aliman a bi şîara Xezzeyê dest pê kir
Hemû îxtîlaf û menfeatên xwe berdin û li hember sîyonîzmê bisekinin
NY: Ji Libnanê nêzê 235 hezar mirov derbasî Sûrîyeyê bûn
ÎTTÎHADUL ULEMA: Îro dest bi Hevdîtina Aliman a 9emîn dike