Mesûd Barzanî Serokê Giştî yê Partîya Demokrat a Kurdistan, telefonê Dr. Elî Qeredaxî kir û ew tebrîk kir ku wek Serokê Yekîtîya Cîhanîya Alimên Misilman hatîye hilbijartin. Barzanî ji Elî Qeredaxî re axivî û daxwaz kir ku bila kongreya wan ji bona xêrê bibe wesîle. (ÎLKHA)