Li gor nirxandinên ku ji teref Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ve hatin kirin, tê texmînkirin ku li seranserê welat hewa ewr be.
Tê texmînkirin ku li Trakya, li rojhilatê Anadoluya Rojhilat û Çanakkaleyê, li peravên rojavayê Balikesîrê, li bakur û rojavayê Mereşê, li herêmên hundir ên Rîze û Artvînê baran bibare.
Tê texmînkirin ku îro danê sibê û bi şev li naverast û rojhilatê welat hewa û mij çêbibe.
Tê texmînkirin ku li seranserê welat germahiya hewayê wê di ser normên demsalê da bimîne.
Ji ber ku li beşên hindir û rojava tê çaverêkirin ku tozê were barkirin, pêwîste rayedarên peywendîdar û welatî li hember tesîrên xerab ên wekî kêmbûna kalîteya hewayê û kêmbûna dîtinê baldar û hişyar bin. (ÎLKHA)