Midûrê Tenduristîyê yê Hewlêrê: “Em ditirsin ku Coronavîrus belav bibe”

Dr. Dilovan Muhammedê Midûrê Tenduristîyê yê Hewlêrê di daxuyanîya ku dadestnîşan kir ew ji ber îhtîmala belavbûna Coronavîrusê bi fikar in.

Muhammed di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir bi 10 kesên ku ji Bexdayê hatine re Coronavîrus hat tespîtkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Her çi qas çûyîn û hatina di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de hatibin sekinandin jî dîsa hinek kes mecbûrî diçin û tên. Ji bo ku zirar ji jiyana rojene re neyê dayîn em naxwazin qedexeya derketina derve bê îlankirin. Ji ber vê yekê em ji welatîya daxwaz dikin ku xwe muhafeze bikin û li gorî tevdîran hereket bikin. Em fikarin ku li Hewlêrê pêketî zêde bibin û Coronavîrus bi lez û bez belav bibe.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da
Qerejdax bi berfê spî bû
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 282yan
Li Bûrsayê mînîbûsa karkeran qeza kir: 8 birîndar
Li Koreya Başûr di 100 salên dawî de berfa herî zêde barîya