Mînîbûsa ku karker di nav de bûn qulipî: 11 birîndar

Li Dîyarbekirê mînîbûsa ku karkerên çandinîyê di nav de bûn gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de 11 kes birîndar bûn.

Qeza, li navçeya Çêrmûkê pêk hat.

Li gorî agahîyan mînîbûsa ku di bin îdareya Ş.Ç. (55) de bû û karkerên çandinîyê di nav de bûn, 25 kîlometre ser rêya Çêrmûk-Sêwregê li nêzê gundê Axaçxanê pêk hat.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên 112, cenderme û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de 11 kes birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewlet a Sêwregê re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku mirovên birîndar ji Ordûyê ji bo çandinîyê hatine Sêwregê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji Yekîtiya Ewropayê qerara çekdarbûnê
Ji Koreya Bakur gava nukleerê
NY: Li Sûriyeyê 750 hezar kes vegerîyan malên xwe
Fransa, cihên xwe yên leşkerî ya li Senegalê teslîm kir
Li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 48 hezar û 458 kesan