Mînîbûsa rêwîyan û pîkap li hev qelibîn: 3 jê giran 13 birîndar

Li serê rêya Dîyarbekir-Êlihê mînîbûsek û pîkabek li hev qelibîn, di encama qezayê de zarok jî di nav de jê zarok 14 kes birîndar bûn.

Qeza, di seat 09.42yan de li çarrêya gundê Seletê pêk hat.

Mînîbûsa bi plaqeya 56 KD 668 ya ku nasnameya şofêrê wî nehat hînbûn û sefera Dîyarbekir-Êlihê dikir, li çarrê bi pîkaba ku plaqeya wî 72 AAG 837 li hev qelibî.

Di encama qezayê de mînîbûs gêrê şerempolê bû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cendermeyê hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de 6 jê zarok 14 kes birîndar bûn, mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyên Dîyarbekir, Bismil û Êlihê re hatin sewqkirin.

Dîmenên qezayê ji teref qemerayên ewlehîyê ve hatin kişandin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Tanzanyayê ji ber hilweşîna avahiyekê hejmara miriyan derket 20an
Weqfa Êtîman ji bo Xezzeyê li Gûmûşxaneyê kermesek vekir
HAMAS: Qetlîama Beyt Lahîyeyê encama biryara vetoyê ya Emrîkayê ye
HAMAS: Heta ku herb neyê sekinandin wê pevguhertina êsîran neyê kirin
Li Îzmîrê êrîş li polêsan hat kirin: 3 birîndar