Hat ragihandin Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî Lûtkeya Davosê bibe.
Derbarê mijarê de ji teref Serokê Foruma Îqtîsada Cîhanê Borge Brende ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Brende di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew ê di navbera dîrokên 21-24ê Çileyê de bi beşdarbûna 117 welatan Foruma Îqtîsada Cîhanê ya 50emîn bê tertîpkirin û ew ê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî dê beşdarî Lûtkeya Davosê bibe.
ÎLKHA