Nêçîrvan Barzanî: Di pişt bûyerên li Hewlêr û Kerkûkê de PKKê heye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser pirsa ku derheqê şewata li Hewlêr, Kerkûk û Dihokê eleqeya YNKê heye anjî tineye de weha axivî, “Dibe ku wan mirovan bi ferdî berê endamê partîyê (YNK) bin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di çarçoveya zîyareta fermî de bi Serokkomarê Awistiryayê Alexander Van der Bellen û Wezîrê Karên Derve yê Awistiryayê Alexander Schallenberg re li Vîyanayê hevdîtinê kir.

Barzanî piştî hevdîtinê pirsên rojnamegeran bersivand.

Barzanî li ser pirsa gelo eleqeya YNKê û PKKê ku Wezareta Karên Hindir yê Iraqê îddîa dike di wan bûyeran de heye û PDKê vê îddîayê red dike, weha axivî.

Barzanî, “Hûn jî dizanin yên ku hatine girtin piştî operasyoneke hevpar a di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatîye lidarxistin de hatine girtin.

Li gorî ku tê îfadekirin, bi şekleke zelal PKKê di nav vê bûyerê de ye. Di pişt bûyerên ku li Hewlêr û Kerkûkê pêk hatine de PKK heye. Encax tu delîlek tineye ku eleqeya YNKê bi partîtî di vê bûyerê de heye.

Di encama tehqîqata ku li Bexdayê hatîye kirin de hûn jî ji vêya re bûne şahid, dibe ku rêxistîbûnekî hebe, dibe ku berê bi şexsî endamê YNKê bin. Ev meseleyekî cuda ye, encax tu delîlekî tineye ku ew wek partîyeke sîyasî yan YNKê di pişt vê bûyerê de ye.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Behra Spî erdhej
Li Koreya Başûr balafira rêwîyan ket xwarê: 120 mirî
Li Wan û Bedlîsê rêya 221 gundan ji ber berfê hat girtin
Ekîba tenduristîyê ya ku Weqfa Êtîman ji Xezzeyê re şandibû dest bi xebatan kir
“Sê Mehên” ku di nav de rehmet û mexfîret gellek in dest pê dike