Nexweşa ku di ambûlansa qezakirîde bû mir: 3 xebatkarê tendiristîyê jî birîndar bûn

Li navçeya Reşadiye'ya Tokat'ê ambûlansa ku nexweşekê dibir nexweşxanê qeza kir, di encama qezayê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.

Qeza li çarrêya rêbeja Reşadiye-Niksar D-100 sanayîyê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin ambûlans ji ber ku hakimîyet direksîyonê winda kir li bariyeran xist.

Ambulansa ku di bin rêveberiya K.Ş. (24) de bû, ji ber ku kontrola direksiyonê winda kir, li bariyeran qelibî û derket li ser refûjan.

Di qezayê de nexweşa bi navê Hanîfe Y. (67) di ambûlansê de jiyana xwe ji dest da, ajokar K.Ş. û xebatkarên tenduristiyê V.Ş. (24) û B.T. (24) birîndar bûn.

Ekîbên tenduristiyê û polîsan hatin sewqkirin cihê qezayê. Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Reşadiye.

Derheqê qezayê de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Edeneyê bi kêrê êrîş hat lidarxistin: 1 mirî
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye