NY: Bakurê Xezzeyê bi birçîbûnîyekî gelek dijwar re rûbirû ye

Neteweyên Yekbûyî, destnîşan kir ku ji Xezzeyê re xwarin û zexîreya ku hewceye nakeve hindir û di belavkirinê de rewşa ewlehîyê ne baş e, ji ber vê yekê pirsgirêk berdewam dikin û weha daxuyand, “Nêzê ji sedî 70ê bakurê Xezzeyê bi birçîbûnîyekî dijwar re

Berdevkê NY Stephane Dujarric, destnîşan kir li gorî agahîyên ku ji xebatkarên alîkarîya însanî yên di sehayê de ne bidestxistine, ji nexweşxaneyeke ku li Xezzeyê ji 4 nexweşxaneyan ku xizmetê didin yek e her roj 15 zarokên ku ji ber kêmxwarinê nexweş dikevin têne anîtin, ji bo xelaskirina jîyana zarokan hat destnîşankirin ku divê alîkarîya însanî bi bênavber berdewam bike.

Dujjaric, destnîşan kir ku digel birçîbûnîya ku gihaştîye ji sedî 70ê alîkarîyên însanî têne astengkirin.

Dujjaric, destnîşan kir ku WFP vê mehê ji bakurê Xezzeyê tenê 11 karwana alîkarîya însanî karibûne bişînin û îfade kir ku ji bo pêşîya xelayê bêgirtin divê hejmarê sewqîyat û karwanan bê zêdekirin.

Hat desntîşankirin pirsgirêka esas a li vê derê neşandina alîkarîyê ya ji bo nav Xezzeyê û pirsgirêk di belavkirinê de ye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

20 xwendekar bi sivikî birîndar bûn
UNRWA: Nexweşxaneyên li Xezzeyê li ber mirinê ne
Parlamenterê HUDA PARê Demîr, li Stenbolê beşdarî fûara xalîyan bû
NY: Em bi fikar in ku pitik ji ber hewaya sar li Xezzeyê biqefilin
Serokkomar Erdogan, Mesrur Barzanî qebûl kir