NY: Di dinyayê de ji her 5 însanên birçî 4ê wan niha li Xezzeyê ne

Bernameya Xwarina Dinyayê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP), derbarî rewşa li Xezzeyê de hişyarî da û îfade kir ger ku herb 6 meh jî bidome ew ê li Xezzeyê xela were dîtin.

SerAborînazê WFP Arîf Huseyîn, ji Komeleya New York Emrîqayê re derheqê rewşa ku li Xezzeyê tê jîyandin de daxuyanîyan da.

Huseyîn di daxuyanîya xwe de îfade kir ku li Xezzeyê 2,2 milyon însan krîza xwarinê, hetta ji krîza xwarinê jî zêdetir krîzekî dijî, “Ger ku rewşa li Xezzeyê berdewam bike an jî xerabtir bibe, ew ê di demeke gelek nêzde, di nav 6 mehên pêşîn de, dibe ku em xelayekî mezin bibînin.”

Huseyîn îfade kir ku ew di nav 20 salê dawîn de di wezîfeyên xwe ên li NYyê de ji gelek pevçûn û krîzan re şahidîyê kirîye, “Ji bona min rewşa li Xezzeyê pêşîvanîye, ew di rêza pêşîn de ye, ya duyemîn û sêyemîn jî ji ber leza pêkhatina wî rewşeke gelek xerab e. Min di jîyana xwe de tiştekî ewakî qet nedîtîye.”

Huseyîn di dawîya daxuyanîya xwe de weha got, “Dema ku hûn bi çavê kurewî lê binhêrin, hûnê bibînin ku li ser rûyê erdê niha derdorê 129 hezar însan birçîbûnîyê dijîn, li Xezzeyê jî hejmarê însanên ku di vê rewşê de ne 577 hezar kes in. Ji sedî 80ê ên ku birçîbûnîyê dijîn, yanê ji 5 kesan 4ê wan niha li Xezzeyê ne. Ev rewş, di heman demê de rewşeke ku li Xezzeyê heta niha nehatîye dîtin e.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenterê HUDA PARê Ramanli mexdûrên erdheja Semsûrê ziyaret kir
Lijneya HUDA PARê li Hetayê bajarên konteyniran zîyaret kir
Karwana Hêvîyê ji kesên hewcedar ên Wanê re alîkarîya pereyan kir
Li Hîndistanê di festîvalê de fîl êrîşê mirovan kir: 17 birîndar
Li Mêrdînê şerê çekdarî: 1 mirî, 2 birîndar