NY: Xelkê Xezzeyê her roj bi rewşek dijwartir re rû bi rû dimînin

Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku pergalên xwarinê yên herêmî yên li Xezzeyê hilweşiyane û ragihand ku yek ji fikarên herî girîng gihandina xwarinê ye.

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric diyar kir ku li Xezzeyê bêewlehiya erzaqê her roj girantir dibe û her roj mirov bi rewşeke dijwartir re rû bi rû dimînin.

Dujarric diyar kir ku li Xezzeyê firinên nan ji ber ku sotemenî û arvan tune ne nikarin vekirî bimînin.

Dujarric hişyarî da ku xebatkarên alîkarîyên mirovahî pergalên xwarinê yên herêmî ji ber êrîşên bejahî û hewayî wêran kirine, Dujarric destnîşan kir ku yek ji girîngtirîn fikarên gihandina xwarinê ye.

Dujarric got, "Xurekê, nebûna şert û mercên ku bihêlin em bêyî gulebarankirinê alîkarîyê belav bikin, hêna êsîr tên girtin, nebûna asoyeke sîyasî, ev hemû nîşan didin ku ev rewşek pir xedar e. " (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Filistin Haberleri

HAMAS: Gazze Ramazan ayında kıtlıkla karşı karşıya kalacak
HAMAS'tan "esir ve şehit ödeneklerini" iptal eden Mahmud Abbas'a tepki
HAMAS: Trump'ın Gazze'yi satın alma açıklamaları saçma
BM Genel Sekreteri Guterres: İnsanların zorla yerinden edilmesi, etnik temizlik anlamına gelir
Gazze halkı onları köklerinden sökmeyi amaçlayan hiçbir planı kabul etmeyecek