Qeza di saetên sibê de li ser vîyadûka Karakurtê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin otobusa rêwiyan a ku ji Erziromê ber bi Qersê ve diçû ji viyadûka 50 metre bilinde ket xwarê.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristiyê, UMKE, cendirme û îtfaîye sewqî herêmê hatin kirin.
Hat diyarkirin ku di encama qezayê de 7 rêw,î xanê xwe ji dest dan û 22 rêwî jî birîndar bûn.
viyadûka Karakurt-Horasanê ya Taşlı Guney-2 ya ku par temam bû û ji trafîkê re hat vekirin 574 metre dirêj û 120 metre bilind e. (ÎLKHA)