Ozgur Ozel dîsa bû Serokê Giştî yê CHPê

Ozgur Ozelê ku di kongreya awarte ya CHPê de wek tekane namzedê hevrikiyê kiribû, bi wergirtina dengên piraniya delegeyan dîsa bû serok.

CHPê di demekê de ku îddîayên bi guman ên derbarê Kongreya Asayî ya 38an de di pêvajoya darazê de dihatin kirin de 21emîn kongreya xwe ya awarte li dar xist.

Di kongreyê de tekane namzeta serokatiya giştî Ozgur Ozel bi piştgiriya mezin a delegeyan ji nû ve hate hilbijartin. Di hilbijartina ku 1323 delegeyên kongreya CHPê de dengê xwe dan de, Ozel bi 1171 dengên derbasdar dîsa bû serok.

Delegeyan jî ji bo diyarkirina endamên Meclîsa Partîyê ya ji 60 kesî û Lijneya Dîsîplîna Bilind a ji 15 kesan pêk tê deng dan. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qumarê de zirarên cidî yên psîkolojîk û civakî hene
Pêdiviya vî welatî bi HÜDA PARê heye
1 jê giran 3 kes birîndar bûn
Li Bedlîsê rêyên 35 gundan ji ber berfê hatine girtin
2 otomobîl zirar dîtin