Paleyîya nîskan dest pê kir

Paleyîya nîskan a ku ji bo gelê herêmê amûra debarê ye li navçeya Midyada Mêrdînê dest pê kir.

Nîskên ku di serê meha cotmehê de hatin çandin digel germbûna hewayê niha li herêmê paleyîya wan tê kirin.

Hilberînerên ku li herêmê nîsk çandine bendewar in îsal mahsûla wan baş be. Paleyîya nîskan ji bo berikê nîskan neweşin berî ku tam hişk bibin tê kirin.

Piştî ku paleyîya nîskan hat kirin re nîsk tên birin li ser bênderê yan jî di nav erdê ku lê hatine berhevkirin de patoza wan tê kirin û nîsk û ka ji hev tê veqetandin.


















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da
Qerejdax bi berfê spî bû
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 282yan
Li Bûrsayê mînîbûsa karkeran qeza kir: 8 birîndar
Li Koreya Başûr di 100 salên dawî de berfa herî zêde barîya