Parlamenterê HUDA PARê Demîr: Bila qerara tayîna mamosteyan ji nû ve bê nirxandin û tayînên zêde bêne kirin

Sekreterê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, di Meclîsê de daxuyanîya çapemenîyê li dar xist û derheqê rojeva hindir û derveyê welat de nirxandinan kir.

Demîr, “Rejîma îxşalker a sîyonîst ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê qirkirinê li dar dixe, niha jî li Refaha ku zarok û pîrek xwe sipartine qetlîaman li dar dixe. Derîyê Refaha ku heta niha kêmbe jî alîkarîyên însanî dihatin derbaskirin, ji teref îşxalkeran ve alîyê Xezzeyê hatîye îşxalkirin. Êdî şandina alîkarîya însanî bi temamî hatîye sekinandin. Li herêma Refahê aşxane û nexweşxane xizmetê nikarin bidin. Însanîyet, li ber çavê me dipirpite û dimre. Li hember vê dîmenê wezîfeyên mezin bi me hemûyan dikeve. Ji rojhilat û heta rojavayê çiqas jî xelk derkevin derve çalakî û protestoyan bikin heta ku rayedar û serokên dewletan dest bi kar nekin ew ê rejîma îşxalker qetlîamên xwe bidomîne. Ji ber vê yekê divê zor û zexta li ser hikumetên ku tiştekî nakin hene bêne zêdekirin da ku bila gavên zêdetir bavêjin.”

“Di pêşengîya Tirkîyeyê de divê ji bo Xezzeyê ‘Pakta Însanîyet’ a hevpar bê sazkirin”

Di civîna çapemenîyê de Demîr destnîşan kir, “Divê li hember rejîma îşxalker a sîyonîst biryarên ambargo û mueyyîdeyên hevpar bêne girtin, alternatîfên leşkerî jî êdî bêne ser maseyê.”

Demîr dûre weha got:

“Divê hemû dewletên ku ne leyîstikên sîyonîzm û emperyalîzma Îngîlîz-Emrîqayê ne dest bi kar bikin û ji bo Xezzeyê ‘Pakta Îsanîyet’ a hevpar saz bikin. Divê Tirkîye ji teşebûsekî ewakî re rêbertîyê bike. Divê li hember rejîma îşxalker a sîyonîst biryarên ambargo û mueyyîdeyên hevpar bêne girtin, alternatîfên leşkerî jî êdî bêne ser maseyê. Em wisa bawer dikin ger ku çend welat jî werin cem hev û gavekî ewakî bavêjin ew ê sîyonîst jî gavên paş bavêjin. Xeyn ji vana divê rejîma îşxalker ku digel hemû destekên ku distînin, li Xezzeyê negihaştine ti armancekî xwe yên ‘leşkerî’ baş zanibe ku; bi qetilkirina zarok û pîrekan xeyn ji eşkerekirina tirsonektî û zelîlîya xwe wê tu tiştekî bidestnexe. Heta ku îşxal berdewam bike ew ê berxwedan jî berdewam bike. Wan toximên nefretê ku 100 sal e bi îşxal û qetlîaman kirine binê erdê zû an jî dereng ew ê dawîya rejîma sîyonîst a îşxalker bîne. Ev mesele êdî ji meseleya di navbera Hamas û rejîma îşxalê de derketîye; ev mesele bûye meseleyekî însanîyeta ku li hember zilmê ne û neyarên însanîyetê ku di zilmê de tu sînorekî nas nakin e. Ew ê zalim winda bikin, wê însanîyet û edalet qezenc bike.”

Demîr derheqê rojeva hindir de jî derheqê tayîna mamosteyên ku ji zimanî Kurdî re hatine kirin de axivî û nirxandinan kir.

Demîr di axavtina xwe de bal li ser tayîna mamosteyên ku ji bo Kurmancî û Zazakî hatine dayîn nirxand û îfade kir ku divê di vî warî de zêdetir tayîn bêne kirin, “Di nav 20 hezar mamosteyên ku hatine tayînkirin de tenê ji bo Kurmancî û Zazakî 10 kes hatine cudakirin. Dema ku em 20 milyon Kurd li vê welatê dijî bidin ber çavên xwe helbet ev reqem hindik e. Em wisa difikirin ku bila ev qerar ji nû ve bê nirxandin û tayînên zêde bêne kirin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê ji perwerdehîyê re astengîya berfê
Li Mêrdînê berf barîya
Li 5 wîlayetan Rewşa Awarte hat îlankirin
Ji meteorolojîyê hişyarîya baran, berf û qeşayê
Li Semsûnê 8 wesayît li hev qelibîn