Parlamenterê HUDA PARê Dînç: Divê welatên Îslamê li hember êrîşên muhtemel tedbîran bigrin!

Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, di daxuyanîya ku li Meclîsê kir de weha got, “Divê Tirkîye û welatên Îslamê yên dinê hevkarîya qewetê bikin û di demeke kurt de sîstemên xwe yên parastinê pêşve bibin, li hember êrîşan jî tedbîran bigrin.

Alîkarê Serokê Giştî û Parlementerê Mêrsînê yê HUDA PARê Farûk Dînç di Meclîsê de rojevê nirxand. Dînç behsa şehadeta Îsmaîl Henîyye kir û li dijî emperyalîstan banga yekîtiyê kir.

Farûk Dînç weha got: “Rejîma îşxalker, bi desteka Emrîqa û welatên xerbê yên muttefîk di heman şevê de li Îranê, Libnanê, Sûriye û Iraqê êrîşên terorî lidarxistin û tu ewlehîya herêmê nedan berçavên xwe. Careka din dan nîşandan ku herêma Îslamê ne di ewlehiyê de ye. Dixwazin alema îslamê berbiherbê ve bikşînin. Lazim e ku Tirkiye di vî warî de ewlehiya xwe temîn bike û têkeve nava tedbîr û hereketan.”

Dînç weha dewam kir: “Sîyonîst dixwazin ku bi baregehên xwe çavdêriya herêmê bikin. Bi xusûs tê zanîn ku siyonîst li ser Kibrisa Bakur çavdêriya herêma me dike. Em bang dikin ku bila alema Îslamê li dijî welatên emperyalîst û îşxalkeran bibin yek. Tedbîran bistînin û li dijî wan bi hevparî hereket bikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kürdistan İslami Birlik Partisi liderliğine yeniden Selahaddin Bahaeddin seçildi
Ji ser qetlîama Roboskî ya ku tê de 34 kes hatin qetilkirin 13 sal derbas bûn
Doza Narîn Guran îro jî berdewam dike dibe ku qerar bê dayîn
Ji sekretertîya Yekgirtû re dîsa Selahaddîn Bahaeddîn hat bijartin
Li Erzincanê otobûsa rêwîyan gêrê şerempolê bû: Birîndar hene