Parlamenterê HUDA PARê Dînç: Herêma ku şewat li wê derê derketîye bila “Herêma Afetê” bê îlankirin

Faruk Dînç di Meclîsê de destûrê xwest û derheqê şewata ku li Çinara Dîyarbekirê û Şemrexa Mêrdînê derket de axivî, di axavtina xwe de destnîşan kir bila derheqê mirovên ku di meseleyê de îhmalên wan hene de tehqîqat bê destpêkirin.

Çend roj berê li navçeya Çinara Dîyarbekirê û navçeya Şemrexa Mêrdînê di çend gundan de şewat derketibû, di encama wê şewatê de 15 kesan canê xwe ji dest dabûn ji 70ê zêdetir mirov jî birîndar bûbûn.

Dînç di Meclîsê de derheqê şewata ku bûbû sedema windabûna mal û caneke gelek zêde de axivî û bal kişand têl û dîrekên ku di dewra Serokatîya Turgut Ozal de hatine çêkirin can û malên xelkê tehdît dike.

Dînç di axavtina xwe de weha got:

“Di 20ê Hezîranê de di navçeyên Çinara Dîyarbekirê û Şemrexa Mêrdînê de şewatek derketibû ez ji welatîyên me yên ku di facîaya şewatê de wefat kirine re ji Xwedê daxwazîya rehmê dikim ji malbatên wan re jî sebr û sersaxîyê dixwazim.

Li gorî rapora pisporan; şewat ji ber ku qabloyên ceryanê qetîyane derketîye. Têl û dîrekên tehte yên ku di dewra Ozal de mane can û malên xelkê tehdît dikin. Divê derheqê yên ku di şewatê de îhmalên wan hene de tehqîqat bê destpêkirin. Nêzê hezar hebî heywan telef bûne, bi hezaran dekar erd şewitîye, divê ew der Herêma Afetê bê îlankirin. Divê bi lez û bez heqê zerara cotkarên me yên ku zerarê dîtine ji wan re bê dayîn, divê deynên cotkarên me yên ku niha hene bêne jêbirîn, divê bernameyên desteka nû bêne destpêkirin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Tanzanyayê ji ber hilweşîna avahiyekê hejmara miriyan derket 20an
Weqfa Êtîman ji bo Xezzeyê li Gûmûşxaneyê kermesek vekir
HAMAS: Qetlîama Beyt Lahîyeyê encama biryara vetoyê ya Emrîkayê ye
HAMAS: Heta ku herb neyê sekinandin wê pevguhertina êsîran neyê kirin
Li Îzmîrê êrîş li polêsan hat kirin: 3 birîndar