Parlementer Ramanli: Êlih bi qedr û qiymet e, em ê lê xwedî derkevin

Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanliyê ku li Êlihê ji lîsteyên AK Partîyê wek parlementer hat hilbijartin li ber lokala hilbijartinê ji kesên ku kom bûbûn re axavtina teşekkurê kir.

Ramanli di axavtina xwe de destnîşan kir “Me îro dîrok nivîsand. Em ê tesîra vê rojê bi salan bibînin û bidin nîşandan. Îro ti kesî winda nekir, em tev bi ser ketin. Dixwaze bila HUDA PARî û AK Partîyî be dixwaze bila ji wan partîyên din be em tev bi ser ketin.”

“Ew ê wekîlên Êlihê lê xwedî derkevin”

Ramanli di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, ew di pêvajoya hilbijartinê de çi soz dabe dê yek bi yek bi cî bîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew ê telefona min vekirîbe, ew ê her kes karibe xwe bighîne min. Ew ê derîyê mala min ji her kesî re vekirî be.Îxtîyaca Êlihê bi wekîlan heye. Hemd ji Xwedê re em ê ji vê îxtîyacê re bibin bersiv. Em ê wan tiştên ku heta îro nehatine kirin bikin û tiştên lazim ji bo Êlihê bikin. Em ê hizûra xwe zêde bikin û aştîya xwe bidomînin. Êdî ew ê ti kes nikaribe pêşîya Êlihê bigire.”

“Êlih bi qedr û qiymet e, em ê lê xwedî derkevin”

Ramanli di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir “Em ê qedr û qiymeta ku Êlih heq dike bidinê. Em ê bi ziman û bawerîya xwe li bajara xwe xwedî derkevin bi izna Xwedê. Di hilbijartinan de dîsa Birêz Erdogan cardin wek Serokomar bihilbijêrin. Çima? Lewra em dostê dostên xwe ne. Lewra em destekê didin wan kesên ku ji me re xizmetê dikin. Em ti carî destekê nadin wan kesên ku xwe li ser serê me tiştekî dihesibînin û ji me re dijmintîyê dikin. 14 rojên me hene. Em ê di van 14 rojan de ji 40 rojan zêdetir bixebitin û Birêz Serokomar cardin bihilbijêrin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Stenbolê ji çayxanekî re bi bombeyê êrîş hat lidarxistin
Li Sûdanê ji ber şoba Kolerayê 1316 kes canê xwe ji dest dan
Karwanê Hêvîyê li Êlihê ji mihtacan re goştê sor û zexîre belav kir
Li Emrîkayê êrîşa çekdarî û biwesayîtî: 15 mirî, 30 birîndar
Li Silêmanî sazîyên ku nêzê PKKê ne hatin girtin