Parlementerê Mêrsînê Dînç: Di parlementerîya me de ti pirsgirêk tuneye

Endamê GÎKê yê HUDA PARê Farûq Dînçê ku li Mêrsînê ji lîsteyên AK Partiyê di rêza 4emîn de wek parlementer hat hilbijartin, diyar kir ku di hilbijartina wî ya parlementerîyê de tu pirsgirêk tuneye.

Farûq Dînç di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe ya medyaya civakî da diyar kir ku di mijara endamtiya wî ya parlementoyê da tu pirsgirêk tuneye û wiha got:

"Em ji edliyeyê derketin. Di parlementerîya me de tu pirsgirêk tuneye. Em karê xwe didomînin. Ji kerema xwe re şad bin...

Ji bo Serokomarê me bi ferqeke mezin dîsa bibe Serokomar em ê micadeleya xwe bidomînin.

Ji ber serketina me ew dîn dibin"(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Weqfa Êtîman li Êlihê ji xwendekaran re alîkarîya qirtasîyeyê kir
Ji wan kesên ku li ser meleseya Narîn Guran a ku winda bûbû HUDA PARê hedef nîşan dabûn re doza sûcê
Serokê Bajarê Diyarbekirê ya HUDA PARê Gulsever krîza dil derbas kir
Evîndarên Pêxember: Dem dema li hember îtîfaqa şer damezrandina “Îtîfaqa Qudsê” ye
1 mirî, 9 birîndar 12 binçavî