Partîya Bîna û Pêşveçûnê ya Misirê ji bo HUDA PARê peyama tebrîkê weşand

Serokên Partîya Bîna û Pêşveçûnê ya ku li Misirê kar û barên xwe birêve dibe peyamake pîrozbahîyê weşand û HUDA PARa ku di hilbijartinan de 4 namzedên xwe şand Meclîsê pîroz kir.

HUDA PARa ku di hilbijartinên Serokomartîyê de destek da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Stenbol, Entab, Mêrsîn û Êlihê ji lîsteyên AK Partîyê têket hilbijartinan.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Stenbolê, Farûq Dînçê Endamê Lijneya Giştî li Mêrsînê, Şehzade Demîrê Sekreterê Giştî yê HUDA PARê li Entabê û Serkan Ramanliyê Berdevkê HUDA PARê jî li Êlihê wek parlementer hatin hilbijartin.

Serokên Partîya Bîna û Pêşveçûnê ya ku li Misirê kar û barên xwe birêve dibe ji bo HUDA PARa ku 4 namzedên xwe wek parlementer şand Meclîsê peyama tebrîkê weşand.

Di peyama ku hat weşandin de wisa hat gotin

“Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm

Birêz Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê û birayên îdarevan! Selam, rehm û bereketa Xwedê li ser we be. Em ji dil û can we tebrîk dikin û wê zafera ku hûn wek parçeyeke muhîm a Tifaqa Cumhûr bi dest xistiye pîroz dikin. Em ji Rebbê xwe daxwaz dikin ku ev yek bibe wesîleya xêr û bereketan û dîsa ji Rebbê xwe hêvî û daxwaz dikin ku we di îstîqameta menfeat û maslahatên mezin ên Tirkîyeyê de bi ser bixe.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin