Partiya Doza Azad (Huda-Par)

Partiya Doza Azad (Huda-Par) bi rê ket… Êdî li welatê me Kurdistanê û Tirkiyê wê dengekî nû bê sehkirin.

Partiya Doza Azad (Huda-Par) bi rê ket…

Êdî li welatê me Kurdistanê û Tirkiyê wê dengekî nû bê sehkirin.

Dengekî dilsoz, dengekî zelal, dengekî rast, dengekî bilind…

Pir hewcedarî pê hebû. Lewra li ciyekî çiqas pir dengî û pir rengî hebe, li wê derê ewqas hêsantir rastî û qencî derdikeve holê. Pirdengî şêwr û muşawere ye ku; Îslam ji bona însanan vêna weke rihekî heyatî dibîne û bala însanan bi bal pirdengîyê ve dikişîne.

Partiya Doza Azad, bi rê û rêbazeke Îslamî bi rê ket. Felsefe, îdeolojî û baweriya vê hîzbê wê Îslam be. Ji ber vê yekê hêviyên gelê me ji vê partiyê pir in. Lewra ji bona îdare, aşîtî, xizmet, ‘edalet û dilşadiyê hêviyên herî mezin, her û daîm ji kesayetên bawermend têne kirin.

Partiya Doza Azad jî, wê ji bona bicîanîna van hêviyan bixebite. Ne ji bona mal û meqamên fanî, ne ji bona bidestxistina hêzeke zordest, ne jî ji bona nav û deng…

Partiya Doza Azad wek berpirsiyariyeke Îslamî wê vî karî bike. Lewra di baweriya vê hizbê de “Mezinê qewmê xizmetkarê qewmê ye” û “Xêrtirînê însanan ew e ku; ji însanan re xizmetê dike û bi fêde ye.”

Mixabin! Heta niha ji ber ku li Kurdistanê û li Tirkiyê yekdengî hebû, pir rastî nedihatin gotin û li hember pir zilm û xerabiyan dijberî/muxalefet nedihat kirin. Zordar û xeraban xeta û zilmên xwe bi rihetî vedişartin û pir caran bi gelên ji wan hêvîdar re îxanet dikirin.

Partiya Doza Azad hem bi bername û projeyên xwe, hem jî bi dijberiya li hember zordestî û xerabiyan, wê di riya xebat û xizmetê de bimeşe.

Partiya Doza Azad, tevlî 11 îdarevanan, bi 45 damezrêneran ji Amedê dertê rê. Bername û rêznameya hizbê amade ye… Biryar hatine dayîn, rêwî bi rê dikeve…

Ji bona candarkirina gelê me bi Îslam û baweriyê,

Ji bona tesîs û temînkirina biratî û aşîtiyê,

Ji bona çareserkirina pirsgirêkên civakî,

Ji bona çareserkirina mezlûmiyet û bindestiya gelê Kurd,

Ji bona pêşvebirina gelê bindest,

Ji bona xizmet û ‘edaletê…

Partiya Doza Azad (Huda-Par) bi xêr be…

Bangaheq

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Siyaset Haberleri

HÜDA PAR’dan İslam âlimi Şeyh Said için soru önergesi
HÜDA PAR'dan TV dizilerindeki pervasızlığa tepki
HÜDA PAR: Kürt meselesinin araçsallaştırılmasına artık müsaade edilmemeli!
HÜDA PAR, siyonistlerle ticaretin devam ettiği iddialarına ilişkin Meclis'e soru önergesi verdi
CHP'nin bize karşı yapıp ettiklerine karşı onlara yapılana 'oh olsun' demeyiz!