Pîreka ku nexweşîna Alzheîmerê bi wê re hebû di Çemê Dîcleyê de bi mirîkî hat dîtin

Li navçeya Bismila Dîyarbekirê doh êvarê pîrekek ku nexweşîna Alzheîmerê bi wê re hebû, di Çemê Dîcleyê de bi mirîkî hat dîtin.

Bûyer, li gundê Tezekeya Bismilê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin welatîyên ku li sînorên gund derbas dibûn dîtin ku di nav Çem de yek heye û deng jê dernayê, ji ber vê yekê xeberê ji ekîban re şandin.

Li ser xeberdayîna welatîyan ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî, polês, cenderme û AFADê hatin sewqkirin.

Ekîbên ku hatin cîhê bûyerê ceseda ku di nav avê de bû derxistin.

Hat destnîşankirin ku cesed aîdê Zuhre Elmaya ku winda bûbû ye.

Cenazeya Zuhre Elma, piştî ku dozger lêkolîn kir ji bo otopsîyê ji Sazîya Tip a Edlî re hat şandin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin.

(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Îşxalkeran doh êvarê li Xezzeyê 2 qetlîaman pêk anît: 11 şehîd
Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Demîr: Skandala “Çeteya Bebikan”, ji kurîtî ve wijdanê civakê birîndar kir
1 birîndar, 2 binçavkirin
Fînala çalakîyên hefteya ciwanan a HUDA PARê ew ê li Diyarbekirê bê lidarxistin
Berdevkê HUDA PARê Ramanli: Em ji her gavê ku ji aştîya civakê re piştgirîyê dide re destekê didin