Piştî 76 seatan 8 kes hatin derxistin

Li Dîyarbekirê 5 kes li Entabê jî bavekî û 2 kurên wî piştî 76 seatan bi saxîtî di bin enqazê de hatin derxistin.

Piştî erdheja ku di 6ê Sibatê de li Mereşê di mezinahîya 7,7 û 7,6an de du heb erdhejên mezin pêk hatin li gelek bajaran bûn sedema xerabûnên mezin.

Di encama xebatên lêgerîn û xelaskirinê a ji bona mirovên ku di bin enqazê de ne bên xelaskirin li Dîyarbekirê di avahîya Yoldaş a ku li Taxa 5 Nîsana navçeya Rezan e de 5 kesan bi saxîtî hatin derxistin.

Li Entabê jî di encama xebatan de bav Mîthat Tabur (60) û Mustafa Taburê 25 salî û Ersîn Tabur ên kurê Mîthat piştî 76 seatan bi saxîtî hatin derxistin.

Hat hînbûn ku dayîka ku hêj di bin enqazê de ye ji bona ku bê derxistin xebat hêj didome. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin